Şehid Hacı Musa

Eser Şehid Hacı Musa
Söyleyen Kürtçe/Zazaca Eserler
Kategori İlahi
İstatistik 3,062 Görüntülenme
Etiketler #Kürtçe/Zazaca Eserler#ilahi#Şehid Hacı Musa
Ey xizmetkarê Quranê Şagirdê hebs û zîndanê Te pir dert dît li jiyanê Şehîdê me Hecî Mûsa Te hilgirt barekî giran Wekî betlê berê Îslam Stêrka te li asîman Birayê me Hecî Mûsa Ji bo Xwedê te kir xebat Li ser derdan te kir sebat Şehîdî ji te re bû heyat Mêrxwasê me Hecî Mûsa Îslam her evîna te bû Quran her birîna te bû Şehadet xwezîya te bû Egîdê me Hecî Mûsa Merd û mêrxwas xwedî soz e Şîrhelal û xwedî doz e Rêwîyê da‘wa pîroz e Şehîdê me Hecî Mûsa Sînga xwe da êş û derda Da‘wa Îslam qet berneda Hetta umrê xwe di ber da Şehîdê me Hecî Mûsa Xebata te ji bîr nabe Tê her dem li ber dilan be Serê te li ser gulan be Şehîdê me Hecî Mûsa Ji şerefan Îslam bes e Ji rêwîyan re Quran bes e Lîbasa şehîdî bes e Şehîdê me Hecî Mûsa Ey Nisêbîna birîndar Ka egîdê xwedî qerar Rehmet li ser te be her car Şehîdê me Hecî Mûsa Em bi te pir serbilind in Em ê doza te her hildin Hûn bi mertebeyek bilind in Şehîdê me Hecî Mûsa Bûne hedef her du bira Bi derba evan xwînxwara Şehadet xelat ji te ra Şehîdê me Hecî Mûsa Şehadet mizgînek xweş e Dermanê dilê biêş e Wek misk û amber bêhn xweş e Şehîdê me Hecî Mûsa
Bu eser Şehid Hacı Musa ismiyle İlahi kategorisine eklenmiştir.
Yorum Yapın
Güvenlik: 10 nedir?

REKLAM

Alt Reklam Alanı (Esnek / AdSense)