Ey Avu Av Feqeye Teyran

Eser Ey Avu Av Feqeye Teyran
Söyleyen Kürtçe/Zazaca Eserler
Kategori İlahi
İstatistik 4,667 Görüntülenme
Etiketler #Kürtçe/Zazaca Eserler#ilahi#Ey Avu Av Feqeye Teyran
Ey av û av,
ey av û av Ma tu bi `işq û mühbetê Mewc û pêlan tavêy belav Bê sekne û bê rehetê Ji işqa kê her têy û têy Heta kengî her bêy û bêy Bo min bêje heyranê kêy Da ez bizanim qisetê Da ez bizanim vê surrê Ji hindekê heta pırrê Ji me`neya vê gurrgurrê Ji kê ra dikî vê ta`etê Ji kê ra dikî zikrê bi hal Qet guşguşa nakî betal Şubhetê min re`htê `emal Şevan û rojan xew nete Şevan û rojan bê xewî Ji mihbeta kê ditewî Şevtariyan qet nahewî Tu j`emrê kê vi kez kete Ew reng dibêt ava zelal Buhrîn li min çend mah û sal Qet kes nekir li min su`al Heta giham vê sa`etê Heta gihame vê demê Ma yek nebû divê `alemê! `Ebdek ji pışta Ademê Bifkir di ehwalê Şetê Kehnî dizên Cû jê diçin Hindî Xudê dan îns û Cin Qet kes nekir ev pirs ji min Ne j`Enbîyayê Ommetê Miksî dibê avê we bû Pêxemberan aqil hebû Qet hewceyê pirsan nebû Wan dest gihabû su`hbetê Qenc vê qissê izhar bike Li `Arifan ikram bike Xelqê Xudê `eqil bike Da seh bikîn kirametê Pirsa Feqî bê cih nebû Lewra di furqanê hebû `Erşê Xudê li ser te bû Avê gelo bîra te tê Avê cewab da bê suxen Ezman nebû,
bhal gote min Remzên di padşahê mezin Sub`han ji vê seltenetê
Bu eser Ey Avu Av Feqeye Teyran ismiyle İlahi kategorisine eklenmiştir.
Yorum Yapın
Güvenlik: 11 nedir?

REKLAM

Alt Reklam Alanı (Esnek / AdSense)