Meşşatee Husna Ezel

EserMeşşatee Husna Ezel
SöyleyenKürtçe/Zazaca Eserler
Kategoriİlahi
İstatistik 3,203 Görüntülenme
Etiketler#Kürtçe/Zazaca Eserler#ilahi#Meşşatee Husna Ezel

🎵 Meşşatee Husna Ezel

Video aranıyor ve otomatik olarak eklenecek...

Bu işlem sadece ilk ziyaretçi için yapılır
Meşşateê husna ezel Çengalê zulfan tab-i da Da `işq-i hil bit pêli-pêl Qelbê me bê cellab-i da Meşşateê husna ezel Çengalê zulfan tab-i da Da `işq-i hil bit pêli-pêl Qelbê me bê cellab-i da Husna hebîb û lutfa yar Avête dil `işqa xedar Lew selb-i kir jê ixtiyar Wê husnê ev îcab-i da Husna hebîb û lutfa yar Avête dil `işqa xedar Lew selb-i kir jê ixtiyar Wê husnê ev îcab-i da Min dî seher zulfên di mest Hatin sema ihram-i best Çûn secdeya xalê bi qest Lew haciban mihrab-i da Min dî seher zulfên di mest Hatin sema ihram-i best Çûn secdeya xalê bi qest Lew haciban mihrab-i da Nazikqeda nûrînbeşer Ew bû li min neqşê beser Dîna xiyalê her seher Nav dîde`ê bêxwab-i da Nazikqeda nûrînbeşer Ew bû li min neqşê beser Dîna xiyalê her seher Nav dîde`ê bêxwab-i da Ruhu rewanêmin hebîb Dîsa bi telbîsa reqîb Rencîde kir miskîn xerîb Terka dilê ehbabî da Ruhu rewanêmin hebîb Dîsa bi telbîsa reqîb Rencîde kir miskîn xerîb Terka dilê ehbabî da `Îd e w hebîbê nezre lê Yan dê bi qurban bî Melê Ya Reb bibînim roj hilê Sikkîn di dest qessab-i da `Îd e w hebîbê nezre lê Yan dê bi qurban bî Melê Ya Reb bibînim roj hilê Sikkîn di dest qessab-i da
Yorum Yapın
Güvenlik: 10 nedir?

REKLAM

Alt Reklam Alanı (Esnek / AdSense)