Bi dawet û dilana Deng bidin li meydana Bi civîn û sitrana Dil xweşkin li Muslumana Xort bûne bi rêz meşiyan Zava wer sere dîlan Rind û merdê dilovan Dilan pîroz be ciwan Can can can can Hûn werin daweta me Can can can can Hûn werin dîlana me Selam li we temama Xwedî û gelî cirana Şeref da me mêvana Zavayê me sultane Zava were bimeşe Dîlana te pir xweş e Dayika te çi dilgeş e Bi xeyr sunnet û rewş e Can can can can Hûn werin daweta me Can can can can Hûn werin dîlana me War û gund û beleda Bi xortu ciwan û geda Haydên bi navê Xweda Li zozan û serheda Bibîne xweş bibîne Dîlana me rengîn e Mêr in wek şêr ‘Elî ne Dilana me şêrîn e Can can can can Hûn werin daweta me Can can can can Hûn werin dîlana me
Bu eser Can Can ismiyle
İlahi kategorisine eklenmiştir.