Ser xêrê be ev zewac û de’wet! ‘Umrek bi xêr,
Xweda bike kismet… Kêm nebe j’ser mala wan se’adet! D’ Hîfza Xudada bîmînin her wext! Ronî bibe ça’vê dêyû bava! Kêfxweş bibin timî j’dil û nava! Bi wan,
malek bi nûr bibe ava; Li gor esasê Qur’an û sunnet! Bûk û zava li hevdû mubarek Bêjin maşallah ji war,
bi carek Boy wan du’adar bin îns û melek Wuha şad bin ew hetanî ebed… Civîne dost û ehbab û yâran,
Dilxweşin,
girtine reqs û dîlan!..
Hêvîya me j’ te ey Rebbê Rehman! Kêm nebe qed,
ev muhbet û ulfet Xweş de’wete ev,
paqij û helal! Qewî îmanin ev merdên delal! Bi edebin ew,
her dem di her hal Bibare l’ ser wan,
rehm û bereket Bûk û zava li hevdû mubarek Bêjin maşallah ji war,
bi carek Boy wan du’adar bin îns û melek Wuha şad bin ew hetanî ebed…
Bu eser Helbesta Buk u Zava ismiyle
İlahi kategorisine eklenmiştir.