Dile Hişyar

Eser Dile Hişyar
Söyleyen Kürtçe/Zazaca Eserler
Kategori İlahi
İstatistik 2,117 Görüntülenme
Etiketler #Kürtçe/Zazaca Eserler#ilahi#Dile Hişyar
Dilo,
carek xwe hişyar ke Hilo da çin bi seyranê Bi carek bes xwe bê par ke Were seyra gulîstanê

Gulîstana ku sorgul tê Semen,
nisrîn û sunbul tê Hezar bilbil bi xulxul tê Di hîva mahê Nîsanê

Di fesla çardehê Nîsan Me dîbû dîlberek dîsan Di dil da meş’elek îsan Mi can da mislê perwanê

Me dil da dîlberek sade Letîf û şêx û begzade Ji qeydan kir me azade Nihanî bir me dîwanê

Nîhanî xelwetek da min Ji le’lan şerbetek da min Bi weslê suhbetek da min Kirim bende di fermanê

Ji fermanê ku aşiq bit Di daxwazê murafiq bit Divê her dem muwafiq bit Wekî Şêxê di Sen’anê

Wekî Şêxê ku xadir bit Li fermanê ku nazir bit Bi emrê dostê kafir bit Bisojit suhfê Quranê

Bisojit suhfê mektûbê Bi emrê yar û mehbûbê Dema dil dim bi metlûbê Didim ez dîn û îmanê
REKLAM
REKLAM ALANI


Bila dîlber mecazî bit Ji rengê pêşe tazî bit Bila sofî nerazî bit Bimînit ew di hîrmanê

Nebê,
sofî qewî dîn e Wekî xofaşê miskîn e Li nik wî roj çi rengîn e Çû nabînit ji ‘umyanê

Dilê wî kor e,
e’ma ye Li ber wî dergeh dadaye Ji weslê dûr bûye maye Nehêştin bête dîwanê

Di diwana ku qerqef tê Di nêv bezma ney û def tê Melaîk sed hezar sef tê Ez im ê hate meydanê

Ez im serxweş ji wê camê Ez im sewda di nêv ‘amê Ez im Enqa ketim damê Bi zulfa ser xalan danê

Bi zulfan hate ser xalan Binefş û werd û alalan Dil û canê me ‘evdalan Dibin her dem bi talanê

Bi talan ku du sed ser çûn Hezara genc û gewher çûn Dilê-m sed pare ker ker çûn Tu xanî,
bes ke efxanê!
Bu eser Dile Hişyar ismiyle İlahi kategorisine eklenmiştir.
Yorum Yapın
Güvenlik: 9 nedir?

REKLAM

Alt Reklam Alanı (Esnek / AdSense)