Ez Nizanım Sebebe Yare

Eser Ez Nizanım Sebebe Yare
Söyleyen Tevfik Paksoy
Kategori İlahi
İstatistik 3,573 Görüntülenme
Etiketler #Tevfik Paksoy#ilahi#dinle
Ez Nizanim Sebebê Yarê Çira Dûr-I Kirîn Şahê Şîrîndehenan Em Ji Xwe Mehcûr-I Kirîn Mislê Goy Bê Ser Û Pa Bûme Li Ber Derb Û Şekan Lew Bi Çewganê Cefaya Xwe Ji Dil Hûr-I Kirîn Da Me Sed Camê Firaqê Ji Xweh Xa’ib Nebûyîn Ji Wisalê Qedehek Da Me Û Mexmûr-I Kirîn Nûrê Çeşmê Me Ko ’Alem Me Bi Çeşmên Te Didî Bi Cemala Xwe Te Wek Dîdeê Bênûr-I Kirîn Nefesek Bê Te Me Naçî Ne Dijîn Bê Te Demek Ji Te Hat Emrê Humayûn Te Weh Me’mûr-I Kirîn Me Dizanî Ko Tu Dê ’Aqibeti L-Emr-I Çi Kî Lebê Le’lê Şekirîn Ahi Ko Mexrûr-I Kirîn Zerreyek Bûm Di Hewaya Te Di Wêraneyekê Mislê Rojê Bi Şu’a’a Xwe Te Meşhûr-I Kirîn Ji Ene L-Heq Bi Lebên Le’lê Xeberdar-I Bûyîn Bi Gulaba Serê Zulfa Xwe Te Menşûr-I Kirîn Munşerif Ma Dibûyîn Em Bi Dused Car-I Melê Lê Bi Wê Kesr Û Idafê Vi Xwe Mecrûr-I Kirîn
Bu eser Ez Nizanım Sebebe Yare ismiyle İlahi kategorisine eklenmiştir.
Yorum Yapın
Güvenlik: 14 nedir?

REKLAM

Alt Reklam Alanı (Esnek / AdSense)